Çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Efrînê 4 xort revandin

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Efrînê 4 xort revandin

Grûpên çekdaran ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 4 xortên Kurd revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê îro 25ê Hezîrana 2023an di raportekê de belav kir, grûpe ji mîlîşyaya “Polîsa Azad” duhî 24ê Hezîranê bi ser gundê Kurzêla Cûmê de girt û bêyî hurmeta li malan bigire, ketin malên gundiyan û bi tometa ku “di serdema Rêveberiya Xweser de erkê xweparastinê kirine”, 4 xort revandin.

Xortên hatine revandin navên wan wiha ne: Aldar Ehmed Ebdo, Rêzan Husên Osman, Hemûdê Ehmed Wehîd û Ferhad Ehmed Wehîd.

Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan, 3 ji wan xortan pêştir jî ji aliyê grûpa Hemzat ve hatibûn revandin û piştî ku fîdyê dabûn hatibûn berdan.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha hejmarek ji wan hîna revandî ne.

Li gorî çalakvanên Efrînê, ev kiryarên revandin di çarçoveya şerê çekdarî li dijî niştecihên resen ên Kurd tên, bi armanca standina fidyeyê û xistina fişara li ser wan ji bo gund û milkên xwe koçber bibin.

Pustên heman beş