Şingal- YNKê û PKKê bi awayekî fermî tifaqa xwe ragihandin 

Şingal- YNKê û PKKê bi awayekî fermî tifaqa xwe ragihandin 

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi rêya grûpên xwe yên siyasî bi fermî hevpeymaniya xwe li Şingalê ragihandin.

Medyaya fermî (PKK) ragihand ku li Şingalê di navbera 7 grûpên ku qaşo nûneratiya pêkhateyên (êzdî, mesîhî, sunnî, şîe û tirkmen) dikin de, hevpeymaniyek hatiye avakirin! Li gor zanyariyên BasNewsê, ew heft hêzên ku PKKê wek “nûnerên xelkê devera Şingalê” bi nav dike, hemû grûpên YNKê û PKKê ne, ji ber wê jî herdu partiyan bi fermî hevpeymaniya xwe ragihandine.

Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî ji BasNewsê re got: ‘’Hevpeymaniya PKKê û YNKê li Şingalê ne yasayî ye ji ber ku PKK di lîsteya terorê de ye û girêdayî welatekî derveyî Iraqê ye. Bi hêzên jurdî yên li Mûsil û Kerkûkê re, ne bi PKKê re, ku niha ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehê pêk anîne, tifaq kirine.”

Herwiha Şêrwan Duberdanî got: “Ev navçe berdêla YNKê didin, ku bi vî awayî tevdigere, ji ber ku dixwazin deng û kursiyên kurdan li van deveran bi PKKê re parve bikin. Niha jî dikeve rojeva PKK û Heşdî Şeibî ku bi navên cuda komên xwe ava kirine û dikevin hilbijartinê.

Di berdewamiyê de Şêrwan Duberdanî got: “Tirkiye ji tifaqê nîgeran e û dê bertek nîşan bide, ev yek dê ne di berjewendiya gelê Şingalê de be, ev rewş dê bandorek neyînî bike û dê bibe sedema zêdetir îzolebûna van herêman ji Kurdistanê. Dibe ku ev hevpeymanî di navbera Tirkiye û Iraqê de bibe sedema aloziyan, biryar e di van rojan de serokomarê Tirkiyê serdana Bexdayê bike, yek ji wan mijarên ku hatine gotûbêjkirin, mijara PKKê ye ku niha YNKê piştgiriya wê dike.”

Pustên heman beş