“Asayişa Rojava”: Di salekê de 3116 kes ji ber “madeyên hişbir” hatine girtin

“Asayişa Rojava”: Di salekê de 3116 kes ji ber “madeyên hişbir” hatine girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Rojavayê Kurdistanê da zanîn, hêzên wan di heyama salekê de, 6 bazirgan, 1042 firoşkar û 2068 bikarhênerên madeyên hişbir hatine girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Rojavayê Kurdistanê amarên xebatên xwe yên têkoşîna li dijî madeyên hişbirê yên salekê, duhî di konferanseke rojnamevanî de li Reqayê eşkere kirin.

Endamê Meclisa Edaleta Civakî ya Reqayê Hesen El-Ehmed destnîşan kir, ew ji bo têkoşîna li dijî hişbirê, xebatên xwe didomînin û ji bo tunekirina vê diyardeyê, hewl didin ku cezayên sûcdaran giran be.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî bîlançoya xwebatên xwe yên têkoşîna li dijî madeyên hişbirê ragihand, “Diyardeya madeyên hişbir di nav civaka me de belav bûye, dijminên civakê bi armanca ku herêmê lewaz bikin û ewlehiya wê têk bibin, madeyên hişbir belav dikin.”

Di konferansa rojnamevanî de hat gotin: “Me ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbir, beşeke ewlekariyê ya taybet di 26-6-2022’yan û di Roja Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir ya Cîhanî de damezirand û îro jî em xebatên xwe roj bi roj ji bo bidawîkirina vê diyardeyê zêde dikin.”

Hat diyarkirin, Hejmara dozên di vî warî de hatine vekirin, 522 bûn. Tawanbar û kesên têkiliyan wan bi van dozan re heye, hemû hatin girtin: 6 bazirgan, 1042 froşkar û 2068 bikarhênerên madeyên hişbir. Hemû jî ji Dozgeriya Giştî re hatin veguhastin.”

Cure û miqdara madeyên hatine desteserkirin:

– 147 kîlogram Krîstalê mîs

– 302 kîlogra heşîş

– 148 cixareyên heşîşê

– 11 hezar û 880 derziyên hişbirê

– 838 hezar û 814 hebên Kiptagon

– 1 milyon û 818 hezar û 405 hebên cuda yên hişbirê

– 7 kîlo û nîv hîroyîn

– 41 şitlên heşîşê

– 170 şitlên xişxaşê

– 14 gram kokayîn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn got jî: “Hîna rê li pêşiya me dirêj e û divê em bi hev re li hember vê diyardeyê bisekinin. Girîngiya şerê li dijî madeyên hişbirê, ji yê li dijî terorê ne kêmtir e ji ber ku ev diyarde jî rûyeke terorê ye.”

Pustên heman beş