Du sal li ser şehîdbûna Emîn Îsa Elelî bi destê HSDê re derbas dibin

Du sal li ser şehîdbûna Emîn Îsa Elelî bi destê HSDê re derbas dibin

Piştî zêdetirî 3 hefteyan ji girtin û revandinê, di rojeke weke îro de di 28ê Hizêrana 2021ê de , hêzên Sûriya Demokrat ciwanê kurd Emîn Îsa Emîn li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di bin.

Ciwanê kurd Emîn Îsa beriya ku were şehîdkirin, bi 27 rojan bi destê Hêzên Sûriya Demoqratîk HSDê hatibû revandin, ku bi xwe endamê encûmena şaxî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê ye.

Di vê derbarê de raportek ji pizîşkî dadwerî derket tê de diyar bû ku bi şêweyekî hovane hatiye lêdan û eşkencedan. Raporta pizîşkiya dadwerî di 10 xalan de asta îşkence û sedema can ji dest dana Emîn Îsa bi vî awa eşkere dike:

1- Şekandin di dev de.

2- Şikandin di diranan de.

3- Lêdan di çok û kabokan de.

4- Lêdan bi alavên tûj di stû û paş serî de.

5- Şewitandin di serî ta dawiya piştê de heye.

6- Şûna lêdana tund li ser mejî heye.

7- Şûna lêdana bi şeferyê li ser rûyê wî yê çepê heye.

8- Şewitandina destan ta bin çengan de.

9- Lêdana di zik de.

10- Bikaranîna elektirîkê li ser piştê û endamên mêrantiyê de.

Beriya du salan her yek ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiya Demoqrata Kurdistan -Sûriya daxuyniyên şermezariyê belav kirin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiya Demoqrata Kurdistan -Sûriya banga dadgehkirina tawanbaran kir, lê tevî derbasbîna du sal tu lêkolîn nehatine destpêkirin,

Ciwanê kurd ji şêniyê gundê Bîrikê yê ser bi bajarê Dirêbêsiyê ye, jidayîkbûyî sala 1986an e, xêzandar bû û bavê 2 zarokan e. Ev tawan ne ya yekê di dîroka PYDê de ye, ku ji dema ku deshelatdarî ji rêjîmê wergirtiye bi sedan tawan di dermafê siyasetmedar, welatparêz, û endam û alîgirên ENKSê de encam dane, û hîn jî di kiryarên xe de berdewam e.

Pustên heman beş