Yekîneyeke artêşa Îsraîlê bi piştgiriya wesayitên zirxî û çekên giran vê sibê li dijî kampa Cinînê a li Kenara Rojava dest bi operasyonekê kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand, di pevçûnên di navbera artêşa Îsraîlê û niştecihên kampa Cinînê de, 4 Filistînî hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê diyar kir jî, 25 filistînî birîndar bûn û her wiha 15 jî hatin girtin.
Ji aliyê din ve artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, armanca operasyonê jinavbirina kogeheke çekan a komên çekdar ên Filistînê ye.
Rêveberiya Filistînê jî bi tundî êrîşa Îsraîlê ya li ser Kenara Rojava şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku li hember êrîşên Îsraîlê helwestê nîşan bidin.