Mêrdîn- di şerekî de 7 kes birîndar bûn

Mêrdîn- di şerekî de 7 kes birîndar bûn

Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê di şerê bi kevir, dar, kêr û çekan de, 7 kes birîndar bûn.

Bûyer duhî êvarê li navendeke bazirganiyê ya li taxa Kumlu  ya li Îpekyoluya dîrokî rû da.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin, ji ber deynan di navbera her du koman de nîqaş derket. Di demeke kurt de nîqaş veguherî şerekî ku tê de kevir, dar, kêr û çek jî hatin bikaranîn. Di encamê de jî 7 kes birîndar bûn.

Piştî bûyerê, gelek ambulans û tîmên cendirme gihîştin cihê bûyerê. Birîndar jî ji bo nexweşxaneyan û hatin birin.

Piştî ku xizmên birîndaran li ber nexweşxaneyan kom bûn, polîsan tedbîrên ewlehiyê girtin.

Derbarê şer de lêpirsîn hat destpêkirin.

Pustên heman beş