Nasnameya 6 ciwanên berî mehekê hatine kuştin aşkere bû

pkk-hpg-kurd-ciwan-turkey-info

Partîya Karkeran nasnameya 6 ciwanên Kurd aşkere kir ku mehekê berê li Zapê û Geverê ketine ber êrîşên Tirkiyê û jiyana xwe ji dest da ne û ji nû ve mirina wan îfşa kirî ye.

HPGê baskê leşkerî yê Partîya Karkeran rojên 2 û 3 tîrmeha îsal 2023ê nasnameya 6 ciwanên Kurd aşkere kir ku mehekê berê li devera Zapê ya Başûrê Kurdistanê û Geverê ya Bakurê Kurdistanê ketine ber êrîşên artêşa Tirkiyê û jiyana xwe ji dest da ne.

Rêxistinê mirina van 6 ciwanan weke bi hezaran rêhevalên wan veşart bû û ji nû ve îro hatiye dibêje me hevalên xwe yên fedayên Zilamê Îmraliyê wenda kirin.

Navên wan wisaye:

Ehmed Demîr ji Dîlokê.

Şehmûs Akyol ji Amedê.

Mihemed Fuad ji Sine.

Zafer Akgun ji Mêrdînê.

Salih Dayan ji Şirnexê.

Cîhad Xalid ji Serê Kaniyê.

Partîya Karkeran her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan li medyaya xwe parvedike, zarok û ciwanên ku di meh û salên berê de hatine feda kirin, partiya karkeran zarokên Kurdan di berxwedaneke saxte de bi kar tîne û ji boy dozeke tu pêwendîya wê bi Kurd û Kurdistanê ve tune berê wan dide mirinê.

Pustên heman beş