Elî Ewnî: Pêwendiya YNK û PKKê ji bo şêniyên Silêmaniyê bûye çavkaniya pirsgirêkan û metirsiyê 

Elî Ewnî: Pêwendiya YNK û PKKê ji bo şêniyên Silêmaniyê bûye çavkaniya pirsgirêkan û metirsiyê 

Medyaya Tirkiyê îro roja çarşemê 05.07.2023an ji ser zarê Ajansa îstixbarata Tirkiyê (MIT) kuştina kesekî bi navê Celal Kaya li SIlêmaniyê ku plansazê êrîşa terorîstî ya sala 2019ê bû li cafeya Hoqabaz a Hewlêrê ragihand.

Di vê derbarê de Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî dibêje “Ez nizanim çawa wan ev berpirsê PKKê kuştiye, lê pirs ev e, PKK li Silêmaniyê çi dike û çima li Silêmaniyê ye? MÎTê çawa xwe gihand wî kesî?”

Herwiha Elî Ewnî dibêje: “Ne rewa ye ku PKK li Silêmaniyê ye û bûye metirsî li ser xelkê sivîl, serdestî û baldariya PKKê ji aliyê YNKê ve û kuştina kadroyên PKKê li navçeyên di bin kontrola hêzên asayişa YNKê de, pirsgirêkên mezin ji bo Kurdistanê çêkiriye. Ev fişarê li ser me çêdike. Piştre hincetan didin Tirkiyê û û Tirkiyê dikişînin nav axa Herêma Kurdistanê û piştre jî me bi kaşkirina Tirkiyê tohmetbar dikin.”

Endamê Komîteya Navendî ya PDKê pêwîst dibîne ku PKK û Tirkiye rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin û Herêma Kurdistanê nekin qada pirsgirêkan.

Pustên heman beş