Efrîn – Jinek 5 meh e  ji aliyê grubên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatiye revandin

Efrîn – Jinek 5 meh e  ji aliyê grubên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatiye revandin

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê jineke Kurd ji 5 mehan ve ji aliyê grubên çekdar ve hatiye revandin û malbata wê bang li rêxistinên yasayî û mafên mirovan dike destêwerdanê bikin û wê azad bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, jina bi navê Hêlan Ehmed Mihemed ji berî 5 mehan ve ji bajarê Helebê vegeriya Efrînê û ji dema vegerê ve, ji aliyê gruba Polîsê Leşkerî ve hatiye revandin.

Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan, Hêlan bi tometa ku mêrê wê pêştir di nava hêzên ser bi Rêveberiya Xweser de bû û di dema êrîşa artêşa Tirkiyê û grubên çekdar li ser Efrînê (2018) de canê xwe jidest daye, hatiye revandin.

Herwaha ragehand, Hêlan Ehmed Mihemed ji gundê Meydan Ekbesê yê ser bi navçeya Raco ve, dayika 2 keçikên (5 û 8 salî) ye û  û di zîndana Maratê de girtî ye.

Malbata Hêlanê bi riya Rêxistina Mafên Mirovan re bang li rêxistinên yasayî, mafên mirovan û navdewletî dike ku fişarê li hikûmeta Tirkiyê bikin, ta ku wê azad bikin û vegere cem keçên xwe.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha hejmarek ji wan hîna revandî ne.

Pustên heman beş