HPGê mirina fermandarekî xwe yê 2020 ji nû aşkere kir

Yelçîn Keskîn û bi navê kod Cemîl Çîlo -info

HPGê baskê leşkerî yê Partîya Karkeran mirina fermandarekî xwe yê ku 3 salan berê li Heftenînê hatiye kuştin ji nû aşkere kir.

HPGê roja duşemî 10/7/2023an mirina fermandarekî xwe yê bi navê Yelçîn Keskîn û bi navê kod Cemîl Çîlo aşkere û got: Cemîl li 24 xizîrana sala 2020ê li herêma Heftenînê ketiye ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe wenda kirî ye.

HPGê di pesnê vî fermandarê xwe de yê ku 3 salan mirina wî veşartî hişitbû gotiye: hevrêyê me 21 salan ji boy Apo xebtiye.

Yelçîn Keskîn li sala 1999 tevlî Partiya Karkeran bûye li Botanê, Qendîlê, Colemêrgê, Heftenînê û Gabarê çalakî ji boy rêxistnê kirine, li xizîrana sala 2020 li Heftenînê hatiye kuştin.

Partiya Karkeran weke çawa mirina bi hezaran Gerîlayan veşartiye, bi dehan fermandarên wê li salên berê hatine kuştin û hêjan mirina wan îfşa nekirî ye.

Pustên heman beş