Leşkerekî tirk li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat kuştin

Leşkerekî tirk li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, li herêma “Operasyona Penc-Kilît” a di nav sînorên Herêma Kurdistanê de, leşkerekî tirk canê xwe ji dest da.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de diyar kir, leşkerekî wan yê bi navê Erdem Kavlak ê ku 11ê Tîrmehê di pevçûnê de li herêma “Operasyona Penç-Kilît” de bi giranî birîndar bû li gel hemû destêwedanan jî nehat rizgarkirin.

Operasyona Penc-Kilît di 18ê Nîsana 2022an de li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan ên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de li dijî PKKê hatibû destpêkirin.

Pustên heman beş