Li gor zanyariyan, endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) Siyamend Şabûyî li Hewlêrê hat kuştin.
Îro danê sibê endamekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) yê bi navê Siyamend Şabûyî li nêzîkî Cêjnîkan a nêzîkî Behreke ya parêzgeha Hewlêrê hatiye kuştin û termê wî piştî nîvro hatiye dîtin.
Siyamend Şabûyî temen 35 salî ye û xelkê bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Hefteya borî jî HDK-Î di daxuyaniyekê de ragihandibû ku du endamên wan ên din li havîngeheke Qeladizê hatine kuştin.