Berî 5 salan hatine kuştin ji nû mirina wan ragihand

pkk-hpg-gerila-kurd-gabar-manisa-info

Partiya Karkeran nasnameya 4 çekdarên xwe aşkere kir, yêk jê 5 salan berê ketiye ber êrîşên dewleta Tirk û ji nû îro mirina wî ragihandiye.

HPGê baskê leşkerî yê Partiya Karkeran roja çarşemî û pêncşemî 12 û 13/7/2023 nasnameya 4 ciwanên Kurd aşkere kir ku li salên 2018 û 2022 li Bakurê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk dane kuştin û paş derbasbûna 5 salan ji nû ve mirina wan îfşa kir.

Ev 4 Gerîla li çiyayê gabarê û Manîsa yên Bakurê Kurdistanê li kanûna 2022 û tîrmeha 2018ê hatine kuştin û Partiya Karkeran mirina wan veşartî hiştbû.

Partiya Karkeran her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan nasnameya wan îfşa nekirbe.

Pustên heman beş