Piştî bêhêvîbûna ji aliyên Kurdistanî YNK daxwaz ji grubekî biçûk a PKKê dike bo helbijartinê bibe hevpeymanê wê

Piştî bêhêvîbûna ji aliyên Kurdistanî YNK daxwaz ji grubekî biçûk a PKKê dike bo helbijartinê bibe hevpeymanê wê

YNK li Kerkûkê ji ber ku newêre bi tenê beşdarî helbijartinê, li aliyekî ve daxwaz ji aliyên Kurdistanî dike lîsteyekî hevbeş pêkbîne, ji aliyê din ve jî hewara xwe dibe ber grubeke ser bi PKKê û daxwaza hevpeymaniyê lê dike.

Li gor zanyariyên BasNewsê şandeyekî malbenda du rêxistina YNKê li Kerkûkê, serdana Tevgera Azadî ya Kurdistanê kir, ku grubekî ser PKKê ye û li Kerkûkê çalakiya wan heye. Di wê serdanê de YNKê daxwaz ji wê grubê kiriye, li Kerkûkê bi yek lîsteyê beşdarî bikin, lê PKK berê ji bo helbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê di çend cîhekî de piştevanî li berbijêrên YNKê dikir, lê ti cîhekî jî berbijêrên YNKê derneketin. Ev jî belgeye li ser wê yekê ku YNK û PKKê ti pêgehekî wan li Kerkûkê nemaye.

Li gor zanyariyên BasNewsê piraniya aliyên Kurdistanê li gel wê yekê de nîn in, ku li gel YNKê bi yek lîsteyê beşdarî helbijartinê bibin, sedem jî bûyerên piştî 16ê Cotmeha 2017ê yên xiyaneta YNKê ya li Kerkûkê ye.

Vê derbarê de nivîskar û rojnamevan Sûre Mergeyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’YNKê ti aliyek nemaye ku daxwaz lê nekiribe û hatiye li Kerkûkê dixwaze PKKê razî bike, ku bibe hevpeymanê wê, lê xelkê sînorê Kerkûkê ji PKKê jî aciz bûne û alîgirên wan tine. Ji ber wê YNK li ser hespê sikitî pişk davêje, ji ber YNKê di helbijartina borî de çend sûd ji dengên PKKê dît, dê li Kerkûkê jî her hinde sûd ji dengên PKKê bibîne.’’

Herwaha got: ‘’Naha YNK dizane li Kerkûkê rewş baş nîne û piştî xiyaneta 16ê cotmehê girse û alîgirên wê jê qutbûne û naçare ji bo xwe li ser lingan bigre hewar hewarê bike.’’

Pustên heman beş