31 sal li ser terorkirina Cuma Ebdlxenî re ji aliyê PKK ve derbas dibin

31 sal li ser terorkirina Cuma Ebdlxenî re ji aliyê PKK ve derbas dibin

Îro 31 li ser terorkirina Cuma Ebdilxenî re li ser destê PKK li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê derbas dibin.

Di vê derbarê de, jêderekê ji mala Ebdilxenî hûrguliyên terorkirina wî eşkere kirin û got: Bi şêweyekî hovane hate terorkirin, û hindek ji kujeran niha li deverê bûne berpirs di rêveberiya PYD de.

Herwiha Nivîskar Welîd Hac Ebdilqadir ragihand, ku hejmarek çekdarên PKK yên nêzîk ji Şehîd Cuma Ebdilxenî, piştî danîna pilana terorkirinê, ew li pêşiya mala wî û li pêş çavên zaroka wî (Ronahî), terorkirin, û serbar kir, hejmara çekdaran derdora 10an bû, û li cem xelkê deverê jî naskirîne û dikarin her kesekî ku rêgiriyê li wan dike, bikujin.

Nivîskarê Kurd diyar kir, ji beriya ku Cuma şehîd bibe, dizanibû ku PKKê pilana terorkirina wî daniye, lê ji Dêrikê nederket

Di derbarê sedemên terorkirina Cum´a de, Ebdilqadir tekez kir, ku Cuma Ebdilxenî ji PKK cuda bû û rexne li kiryarên PKKê kir û ji ber vê çendê hate terorkirin, serbar kir jî, doseya şehîd Cum´a Ebdilxenî, dozeke siyasî ye ne civakî ye.

Cuma Ebdilxenî kîye?

Şehîd Cuma di sala 1959’an de li bajarê Dêrkê di malbateke ku bi karûbarên giştî re mijûl dibû û nêzî xebatên siyasî bû ji dayik bû.

Heya qonaxa amadekariyê li dibistanên Dêrkê xwendiye, paşê ew ji bo leşkeriyê hat birin û li Şamê xizmet kir û li wir ji wextê xweyê vala sûd werdigirt û derbasî korsên perwerdeya karate bû û bilindtirîn xelat bi dest xist.

Piştî ku ji leşkeriyê derket, demekê li Şamê ma û karê avahîsaziyê kir, piştî demekê vegeriya bajarê xwe û bi keça xaltiya xwe re zewcî. Di vê heyamê de tevgera PKK’ê li herêmê dest pê kirbû û piştî demeke kin tevlî refên PKK’ê bû û bû yek ji kadroyên navdarên PKK’ê li wê herêmê û ji ber vê yekê jî rêxistinê gelekî bawerî bi wî anî û erkên girîng bi wî dan, xebat û têkoşîna xwe di nava PKK’ê de heta destpêka sala 1992’yan berdewam kir, heya ku nakokî di nêvbera wî û PKK’ê de xuya bûn, PKK’ê weke karê xwe yê hertim li şûna ku bi ruhekî demokratîk pê re mijûl bibe biryara tasfiyekirina Cuma da.

Cuma Ebdilxenî çewa hat terorkirin?

Cuma Ebdilxenî di şeva 12/7/1992an de bi şîwazekî mafyawarî hate hedefgirtin, ew li ber deriyê mala xwe rastî êrîşê hat, di demekî de ku keça xwe ronahî di destên xwe de hilgirtibû hat dorpêç kirin, wî xwest bi laşê xwe keça xwe ya biçûk bparêze.

Şehîd Cuma xwedî du zarok bû, hevjîna wî li dema terorkirina wî de ducanî bû, dîmenê armancgirtina şehîd Cuma di demekî de ku zaroka xwe hembêz kirbû heya ku wê biparêze heta niha bûye mijara axaftina xelkê Dêrkê, her weha dengê fîşekên qatila ku di mala Cuma de xwarin û vexwarin xwarine di mejîkê gelê Dêrkê de deng vedide û mafyageriya PKK’ê li bîra wan tîne.

Pustên heman beş