Li Sêwasê di bûyerekî trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest dan

Li Sêwasê di bûyerekî trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest dan

Li navenda Sêwas a Bakurê Kurdistanê kamyonekî barhelgir û otomobîlekî ticarî li hevdan û bi dûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek jî bi giranî birîndar bû. Malbata ji bo betlane û bêhnvedanê ji Almanyayê hatî bo bajarê xwe yê Sêwasê di wê otomobîla ticarî de de bûn û ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, endama heman malbatê ya din jî bi giranî birîndar bû.

Bûyer li navenda bajarê Sêwasê pêkhat û otomobîla ticarî li gel kamyona barhelgir li hevdan û li ser agahdar kirinê gelek tîmên tenduristiyê geheştin cîhê bûyerê.

Li gor agahiyên çapemeniya Tirkiyê di otomobîla ticarî de ajokar û 3 kesên ji heman malbatê yên ji Almanyayê bo bêhnvedan û betlaneyê hatine bajarê xwe yê Sêwasê jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de Ebdulqadir Unsal ê 45 salî, hevjîna wî Zeyneb Unsal a 37 salî û keça wan Zeyneb Bilge Unsal a 12 salî jiyana xwe ji dest dan, Eyşe Buglem Unsal a 10 salî jî bi giranî birîndar bû.

Parêzgerê Sêwasê Yilmaz Şimşek û rêveberê ewlehiya Sêwasê Burhan Akçay li cîhê bûyerê lêkolîn kirin û parêzger Şimşek ragehand, di bûyerê de li ser egera ajokarê taksiyê ango otomobîlê dibe ku di dema glopên sor pêketî de derbas bibe tê sekinandin û dibe ku bêxemî ji aliyê ajokarê otomobîlê de hatibe kirin û bûyer pêkhatibe. Li ser vê egerê û egerên din jî lêkolîn berdewam dike.

Pustên heman beş