Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê li Minbic a Rojavayê Kurdistanê ragehand

Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê li Minbic a Rojavayê Kurdistanê ragehand

Saziya Îstixbarata Milî ya Tirkiyê (MÎT)ê ragehand, berpirsekî PYD – YPG ê ku ji ber êrîşa li Efrînê ya 40 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn, bi operasyonekî li Minbicê jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragehandin Heysem Cuma yê ku berpirsê êrîşa Efrînê ya 40 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn bi operasyoneke ji aliyê MÎTê ve hatiye birêvebirin ve hatiye kuştin.

Li gor Ajansa Anadolu ya fermî ya Tirkiyê û nûçe spartiye çavkaniyê ewlehiyê, Heysem Cuma yê ku nav rêxistinê de wek Heysem Ebu Dehham tê naskirin, di nav rêxistina îstixbaratî ya YPG-PYD û PKKê li Minbic a Rojavayê Kurdistanê wek berpirs cîh digirt û li qada operasyona Mertala Firatê, ji aliyê rêxistinê ve hemû cebilxane û amûrên derbasî wê qadê dihate kirin, ji aliyê wî berpirsî ve dihate birêve birin û hat zanîn ku ew berpirs li navena bajarê Minbicê ye.

Herwaha hat ragehandin, Heysem Cuma ji aliyê MÎTê ve roja 9ê Tîrmeh a 2023yê bi operasyonekî li navenda bajarê Minbicê ve hatiye kuştin.

Li gor heman çavkaniyê Heysem Cuma, li Cerablusê di sala 2019ê ji gelek êrîşan berpirse û ji wan jî 3 êrîş bi motosîkletê, 2 bi otomobîlên bombebarkirî û roja 28.04.2020ê jî li navenda bajarê Efrînê nav bazara bajêr tankerekî bombebarkirî daye teqandin û di bûyerê de 11 jê zarok, 40 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane, 47 kesên din jî birîndar bûne û berpirsê wan êrîşan hemûyan Heysem Cuma bûye.

Pustên heman beş