Di encama şerê navbera PKK û Tirkiyê de bi sedan donim daristan, baxçe û zeviyên welatiyan şewitîne.
Îro 16.7.2023ê Berdevkê Rêveberiya Berevaniya Bajarvaniyê li Parêzgeha Duhokê Bêwar Ebdulezîz ji (Basnews) re ragihand: “Artêşa Tirkiyê topek li dorûbera gundê Berçê devera Amêdiyê xistiye û bûye eger agir bi daristan û pawan û bax û rezên welatiyan li gundê Berçê û Sergelî bikeve û heta nuke bi sedan donimên daristanên herême hatene şewitîn û hejmareka mezn a bax û rezên welatiyan jî hatîne sotin, eve dû rojin agir berbûye daristanên Amêdiyê’’
Herwiha Bêwar Ebdulezîz got: “Agir heta niha nehatiye kontrolkirin ji ber ku cihekî zehmet e û tîmên berevaniya bajêr bi berdewamî hewlên kontrolkirina agir didin.”