Bavê ku ciwanên şoreşger kurê wî revandî, kirîza dil derbas kir

Bavê ku ciwanên şoreşger kurê wî revandî, kirîza dil derbas kir

Rêxistina Ciwanên Şoreşger ya ser bi PKK’ê li Rojava Kurdistanê, revandina zarokan bi mebesta çekdarkirina wan berdewam dike. Vê carê jî Hemze Nîdal Mihemed kurê malbateke hejar hat revandin.

Hemze Nîdalê 16 salî li taxa Şêxmeqsûda Helebê hate revandin.

Malbata wî ji bo hemzeyê ku di 10’ê Tîrmehê de hatbû revandin çalakî li dar xist, lê saziyên girêdayî PYD’ê qebûl nekirin ku bi malbatê re hevdîtnê pêk bînin.

Malbata Hemze ku ji gundê Dêrsewaneyê Efrînêye, di dema dagirkirina Efrînê de reviyan û hatin Helebê.

Malbata hejar debara xwe bi keda rojane dikin. Bavê Hemzeyê ku ji hewildanên xwe nekarî encam bigire, kirîza dil derbas kir û rewşa wî hîn nebaşe.

Pustên heman beş