Du berpirsên payebilind yên Partiya Karkera hatine kuştin

sidar-amed-mazlum-yilmaz-turkey-pkk-info

Dewleta Tirk ragihand ku du berpirsên payebilind yên Partiya Karkeran di operasyonekê de li herêma Avaşîn hatin kuştin, yek jê bi kodnavê Devrîm Garzan tê nas kirin.

Li gorî çavkaniyên wezareta berevaniyê ya Tirkiyê, hêzên çekdarên Tirkiyê li devera Avaşîn ya li nav xaka Başûrê Kurdistanê de, rêveberekî payebilindê Partiya Karkeran bêbandor kirine.

Hat ragihandin ku li herêma Avaşînê komek çekdarên ku ji bo êrîşeke nêzîk amadehîy dikirin, operasyon hat kirin. Medyaya xwecihî di 16ê tîrmehê de ragihand, bi piştgiriya hêzên asmanî, hêzên Tirkiyê karîn tevahiya girûpê bêbandor bikin.

Artêş û karbidestên Tirk peyva “Bêtesîrkirin” bikar tînin û tê wateya ku çekdarên navborî teslîm bûne, hatine kuştin an jî hatine girtin.

Di operasyonê da ji çekdarên ku hatin armanc girtin, kesek bi navê (Bîlal Onatê) bi nasnavê xwe yê kod (Devrîm Garzan) hat nasîn.

Onat di nava Partiya Karkeran de peyureke payebilind giritbû û hate gotin ku berpirsyarê Herêmê bû. Di nava kesên hatin armanc girtin de berpirsekî dinê partiyê bi navê (Mazlûm Yilmaz) yê bi navê kod Sîdar Amed jî hat tespîtkirin.

Ji aliyekî din ve bi operasyona hêzên çekdarên Tirkiyeyê berpirsê Partiya Karkeran yê bi kodnavê “Sîrzan Mava”yê ku li herêma Zapê peywendiyên PKKê îdare dikir, di şikefta ku xwe vedşart de hat kuştin.

Pustên heman beş