Li Licê agir bi daristanan ket û hin mal hatin vala kirin

Li Licê agir bi daristanan ket û hin mal hatin vala kirin

Agirê ku bi daristanên navçeya Licê ya ser bi parêzgeha Diyarbekirê ketiye ji duh ve berdewam e û ji bo vemirandina agir, tîmên agirkûjiyê ji bajar û bajarokên din gihîştin Licê.

Li bejahiya taxên Karahasan, Arîklî, Dîbek û Serînê yên navçeya Licê derdora demjimêr 19.15an şewat derket ku hîn şewatê nehatiye kontrolkirin.

Piştî ku agahiya şewatê geheşt Navenda Telefonên Lezgîn a 112an, tîmên agirkujiyê yên girêdayî Rêveberiya Karên Daristanê yên ji navçeyên derdorê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Ji ber şewatê heta niha 25 hektar qada daristanê ziyan dîtiye, 6 mal hatin valakirin, 2 welatiyên navsal di kêliyên dawî de li malên xwe ji şewatê rizgar bûn.

Piştgiriya gundiyan û hemû tîman karên ji bo vemirandina şewata ku bi bandora bayê didome, bi wesayîtên vemirandinê berdewam in.

Pustên heman beş