Partiya Karkeran mirna van xort û keçan jî saleke veşartbû

pkk-hpg-kck-kurd-turkey-kurdistan-info

Partiya Karkeran nasnameya 4 çekdarên xwe aşkere kir ku salekê berê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û ji nû îro mirina wan ragihandiye.

HPGê baskê leşkerî yê Partîya Karkeran roja duşemî 17/7/2023 nasnameya 4 xort û keçên Kurd aşkere kir ku li 17 tîrmeha sala rabûrî 2022ê li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk dane kuştin û paş derbasbûna salekê ji nû ve mirina wan îfşa kir.

HPGê weke bi sedan Gêrîlayên din, mirina van 4 xort û keçan jî li malbatên wan veşartibû û îro hatiye di pesnê wan de gotiye hevalên me û milîtanên hêja xwe fedayê rêberê me Apo kirine, xwîna wan layîqî Apo derket!

Partiya Karkeran, her roj wêneyên komên keç û xortên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de hatine feda kirin û hêjan mirina wan aşkere nebûye.

Pustên heman beş