Tirkiyê kuştina berpirsekî PKK’ê li çiyayê Gare

Tirkiyê kuştina berpirsekî PKK’ê li çiyayê Gare

Dewleta Tirkiyê ragihand yek ji berpirsên payebilind ên PKK’ê li çiyayê Gare yê Başûrê Kurdistanê kuştiye ku berpirs bûye ji derkirina telîmatên şewitandina daristanên Tirkiyê li sala 2021an.

Li gorî nûçeyeke ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê Anadolu, berpirsekî PKK’ê yê bi navê Özgür Alparslanê bi kodnavê “Özgür Şoreş” ku berpirsyarê Tirkiyê yê PKK’ê/KCK’ê-YPS’ê ye berî demekê li çiyayê Gare ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kuştin.

Li gor agahiyên ajansa Anadolu, Ozgur Alparslan telîmata şewitandina daristanan daye ku di sala 2021an de li Manavgata navçeya Antalyayê û li Mugla, Mêrsîn û Hatayê ji 150 hezar hektarî zêdetir daristan şewitîn.

Her weha hat ragihandin Ozgur Alparislan avakerê pêkhateya “Zarokên Agir”yê rêxistinêye û çalakiyên şewitandina daristanan şopandiye.

Li gor agahiyên heman çavkaniyê navê Ozgur Alparislan di “Kategorya Kesk” ya dewleta Tirkiyê de cî digirt.

Pustên heman beş