Leşkerekî Tirkiyê bi lêketina baskê helîkopterê mir

Leşkerekî Tirkiyê bi lêketina baskê helîkopterê mir

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li navçeya “Operasyona Pençe-Kilîd” a di nav axa Herêma Kurdistanê de leşkerekî wan miriye.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê de hat eşkerekirin, duh li navçeya “Operasyona Pençe-Kilîd” a li nav axa Herêma Kurdistanê leşkerê wan yê bi navê Enes Kirmizikoç di encama lêketina baskê helîkopterê de bi giranî birîndar bûye.

Wezaretê da zanîn ku Kirmizikoç rakirine nexweşxaneyê lê li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan miriye.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta PKKê dest bi operasyona bi navê Pençe-Kilîd kiriye.

Pustên heman beş