Tirkiyê û Partîya Karkeran bîlançoya şer belav kir

pkk-vs-turkey-info

Artêşa Tirkiyê û partiya Karkeran bîlançoya rojên rabûrî ya şer belav kirin, Tirkiyپ dibêje me 5 çekdarên rêxistinê kuştine û HPGe dibêje me 3 esker kuştine.

Li gorî agahiyên ku wezareta berevaniyê ya Tirkiyê parvekirine, di operasyonên artêşa wî welatî yên meha tîrmehê de li nav axa Herêma Kurdistanê, 5 çekdarên Partîya Karkeran bûne armanc û jiyana xwe ji dest da ne.

Ji hêla xwe ve Hêzên Parastina Gel (HPGe) jî dibêje Gêrîlayan 3 leşkerên Tirkiyê kuştine û leşkerek jî birîndar kirine.

Ji 10 tîrmeha îsal 2023ê ve, Tirkiyê dest bi operasyoneke nû kiriye û bi dehan cara liv û tevgerên Partîya Karkeran li deverên Zap, Metîna, Xwakur, Amêdî û Avaşîn bombebaran kirine.

Pustên heman beş