Leşkerekî Tirkiyê li Zap-Avaşînê hat kuştin

zap pencere kilit

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, li Herêma Kurdistanê di êrîşa PKKê de leşkerekî wan hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, di operasyona “Pence-Kilid” de ku li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan ên li sînorê navçeya Amediyê ya Duhokê pêk tê, leşkerekî wan hat kuştin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku di encama êrîşa PKKê de leşkerê bi navê Mehmet Can canê xwe ji dest da. Lê PKKê heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta hebûna binke û baregehên gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewam e. Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li sînorê navçeya Amêdiyê li xwe digire.

Pustên heman beş