Îsmaîl Beşikçî: Peymana Lozanê sêyemîn projeya parçekirina Kurdistanê bû

Îsmaîl Beşikçî: Peymana Lozanê sêyemîn projeya parçekirina Kurdistanê bû

Nivîskar û civaknas û dostê Kurd Îsmaîl Beşikçî di hevpeyvînekê ligel Kurdistan24ê de ragihand, yek ji xalên sereke yên Peymana Lozanê pirsa Kurd û Kurdistanê bû, lê nûnerên Kurd tê de beşdar nebûn, Serokê Şanda Tirk Îsmet Înîno, ji bo rêgiriyê li beşdariya Kurd bike, gelek hewl dan û heta got ku “nûnerê kurda” ye.

Îsmaîl Beşikçî got: Ji ber ku Şerê Cîhanê yê Yekem wêraniyeke mezin bi xwe re anî, serokên cîhanê piştî ku şer bi dawî bû mijara aştiyê dan ber xwe. Asta nakokî û milmilaniyê çi dibe bila bibe, êî pêkan e ku her kes li dora maseya danûstandinan bicive û bi hev re rûnên. Ji ber wê jî, piştî şer di sala 1925an de li Parîsê bi beşdariya 25 welatan konferanseke cîhanî ji bo gotûbêjkirina aştiyê hate lidarxistin. Piştî nîqaşên li konferansê, di sala 1919an de Cemiyeta Miletan wek rêxistineke navneteweyî hat damezrandin.

Amaje bi wê yekê jî kir, cîhan hîn di germahiya şerê cîhanê yê yekem de ye, Fransa û Brîtanya bi dizî di navbera xwe de rêkeftina Sykes-Picot îmze kirin, di encamê de jî Kurdistan di navbera her du hêzên cîhanî de hat dabeşkirin. Piştre Rûsya li ser hin mijarên sînoran bi taybetî jî di hundirê Tirkiyê de peyman îmze kir û di sala 1917an de ev peyman eşkere bû.

Rastî ev e ku parçekirina Kurdistanê ji aliyê Sykes-Picot ve, dirêjkirina pêvajoyên berê yên derbarê parçekirina Kurdistanê de bû, ku cara duyem bû, cara sêyemîn jî li Lozanê hat parvekirin.

Beşikçî got: Piraniya Kurdistanê beriya Şerê Cîhanê yê Yekem di bin desthilatdariya Împaratoriya Osmanî de bû, di dema dabeşkirina mîrateya Împaratoriya Osmanî de, xaka Kurdan di navbera welatan de hat parçekirin û ket destê wan hêzan. Piştî Iraq ket bin destê Brîtanya, Şêx Mehmûd Berzincî xwe wek şahê Kurdistanê li hember Îngilîzan da nasandin, ku di rastiyê de Îngilîzan nedixwestin Kurd serbixwe bin, lê dixwestin Kurd di bin destê wan de bin.

Beşikçî her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku di avakirina dewletê de kêmasiyên kurdan bi xwe jî hebûn û di navbera xwe de nebûn xwedî yekitiyeke hevpar, ji ber wê jî dijminên wan ji firsendê sûd werdigirin û hîn bêhtir di nav xwe de perçe bikin.

Axaftinên Mustafa Kemal Ataturk ên di kongreya Erzirom û Sêwasê ya sala 1919an de cihê balkêşiyê bûn, dema gotibû “Îslam bindest e”, ango Îslam û xelîfe di rewşa cîhana nû de bindest in û divê em wan rizgar bikin. Axaftina balkêş a Ataturk bandorek mezin li ser Kurdan kir, nemaze ku Kurd bi xwezayî olî ne û bi bawerî û nirxên xwe yên olî ve girêdayî ne. Wek mînak, Şerîfê Mekkê ji bo rizgarbûna ji Osmaniyan bi Îngilîzan re hevkarî kir. Lê Şêx Mehmûd di bin bandora gotinên Ataturk de maye û dîtiye ku Îslam û Xelîfe di bin destê Îngilîzan de ne û divê em wan ji Îngilîzan rizgar bikin, bi vê jî xwastin Kurd li hember Îngilîzan derkevin! Loma jî ev kêmasiya Kurdan berdewam kir heta ku Lozan hat îmzekirin û Kurdistan dîsa hat parçekirin.

Beşikçî da zanîn ku Ataturk di sala 1920’an de di du demên cuda de du caran bi Îngilîz û Fransiyan re hevdîtinên veşartî pêk anîne. Zanî jî ku ti projeyên Îngilîstan û Fransiyan ên li ser pirsgirêka Kurd tune ye û fêm kir ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem dê cîhan bibe xwediyê dîzayneke nû û Rojhilata Navîn bibe navenda guhertinan. Ataturk hat û got, “Îslam bindest e!” û bi vî rengî Kurd li dora xwe kom kirin û heta piştevaniya Kurdan jî li dijî Îngilîzan kir. Çima Ataturk wiha kir, ji ber ku kî şerê Îngilîzan bike, dê lawaz bibe.

Derbarê pirsa, piştî damezrandina komara Tirkiye, Iraq û Sûriyê, çima mafê Kurdan tê de nehat naskirin, Beşikçî got: Iraq, Urdin û Filistîn ser bi Brîtanyayê ve û Sûriye û Libnan ser bi Fransayê ve hatin damezrandin û çima Kurdistanek tune ye?! Nebûna Kurdistanê tê wê wateyê, di sala 1908 de petrol li Kerkûkê hatiye dîtin. Aşkere ye ku petrol ji bo Îngilîzan pir girîng e. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem Ataturk pê hesiya ku petrol ji bo Îngilîzan girîng e, wê demê Iraq ji sê parêzgehan pêk dihat: Bexda, Besra û Mûsil. Kurdistan jî Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê û ji Şingalê heta Xaneqînê girêdayî parêzgeha Mûsilê bû. Îngilîzan dixwest ku Mûsil bibe ser bi Iraqa nû hatiye damezirandin de be. Mustafa Kemal jî li ser heman xakê daxwaza mafên xwe dikir û digot: “Bav û kalên me çarsed sal in li van herêman desthilatdar in. Wî got ku mesele ne leşkerî ye, lê siyasî û dîplomasî ye. Beşkçî da zanîn ku di sala 1922’an de nakokiyên Ataturk û Îngilîzan çareser bûn, Mustafa Kemal ji Îngilîzan re got, “Emê ji Mûsilê vekişin, lê hûnê jî li hember daxwazên Kurdan yên azadî û serxwebûnê bisekinin.”

Beşikçî di wê baweriyê de ye ku Brîtanya li her cihê ku koloniyeke wê hebû, rêveberiyek herêmî ava kir û çavdêriya wê kir, wek Gana, Zambia, Tanzania. Birîtanya tenê li Kurdistanê ku kolonîya Brîtanîyayê bû, rêvebirîya herêmî ya serbixwe ava nekir û gotinên Mistefa Kemal cibicî kir. Herwiha got jî: Di sala 1920 heta 1930 û pê de, Şêx Mehmûd, Şêx Ebdulselam Barzanî û Mela Mistefa li dijî Brîtanya têdikoşin û ji bo serxwebûna Kurdistanê şer dikin. Ji ber wê jî, Îngîlîzan di sala 1919an bo cara yekem gaza jehrî li dijî Kurdan bikar anî.

Derbarê Herêma Kurdistanê de jî Beşikçî got: Hebûna Herêma Kurdistanê ji bo Kurdên herçar parçeyan giring e û her kes li hêviya wê ye. Her wiha pêwîst dît ku her kes vê pêkhateya siyasî ya destûrî biparêze. Her wiha tekez kir ku divê Kurdên Bakur zimanê xwe biparêzin û nehêlin zimanê wan winda bibe, daku bibe zimanê fermî yê her malbateke Kurd û heta siyasetmedar jî bi zimanê dayikê biaxivin. Ji bo parastina Kurd û Kurdistanê, divê Kurd di navbera xwe de pêwendiyên germtir çêbikin.

Pustên heman beş