Li Çemçemalê Otomobîlek teqiya

Li Çemçemalê Otomobîlek teqiya

Rayedarekî ewlehiyê ragihand, îro li taxa Tekya ya navçeya Çemçemalê bi wesayîtek teqiya.

Derbarê bûyerê de, rêveberê hatûçûna Çemçemalê lîwa Omer Elî ragihand: Bûyer îro sêşemî 25.07.2023 li navçeya Tekya qewimî, hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de tedbîrên ewlehiyê digirin.

Lîwa Omer Elî got: “Ji me re gotin ku wesayit teqiyaye û şewitiye. Em nizanin ji ber sîstema ceyranê bûye yan jî ji ber çi ew rûdan pêk hatiye.

Derbarê vê bûyerê de, rojnamevan û çavdêrê siyasî Çalak Resûl jî got: “Bergehên fermî yên PKKê li piraniya navçeyên Silêmaniyê hene û herwiha rêxistinên partiyan jî bi awayekî veşartî di nava malan de kar û çalakiyên siyasî dikin.

Ji aliyê din ve berpirsekî asayîşa Çemçemal ragehand: ‘’Depoya ​​benzînê ya otombêlê agir pê ketiye û ti pêwendiya wê bi wê kiryara terorîstî ve nîne û lêkolîn derbarê bûyerê de destpêkiriye.Nizanim navenda PKK’ê li Takya û Çemçemalê heye yan na, lê wesayît nehat teqandin û tanka benzînê şewitî.’’

Li gorî agahiyan, wesayîta Nissan Rouge bû ku şewat derket û 2 welatî birîndar bûn.

Pustên heman beş