Piştî zêdebûna nirxê sotemeniyê, kirêya çûnûhatinê jî li Qamişlo bilind bû

Piştî zêdebûna nirxê sotemeniyê, kirêya çûnûhatinê jî li Qamişlo bilind bû

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, hevdem ligel bilindbûna nirxê sotemeniyê, kirêya çûnûhatina bi otomobîlan zêde bû, Welatî jî gazinan ji zêdebûna nirxê çûnûhatina otomobîlan dikin.

Rêveberiya Xweser roja 16ê Tîrmehê nirxê benzînê ji sedî 100 zêde kiribû, pê re jî nirxê her tiştî zêde bû. Ligel bilindbûna nirxê dolar û daketina lîreya Sûrî jî, rewşa Welatiyên Rojavayê Kurdistanê zehmetir dibe.

Di nûtrîn pêşhat de jî kirêya çûnû hatina di navbera bajarên Rojava de û kirêya taksiyên nav bajar jî bilind bû.

Ajokar Mihmed Omer dibêje: “Pêştir me kirêya di nava bajar de 1000 lîre distand, lê niha me kiriye 1500. Benzîn biha bû û nirxê dolar jî bilind bû. Me nedixwast ku kirêyê zêde bikin, lê me ji neçarî kir.

Li tevahiya navçeyên Rojavayê Kurdistanê û piraniya navçeyên Sûriyê nirxê yek dolarî gihştiye 13 hezar lîreyan. Welatiyên Rojava jî gazinan dikin ku kontrola vê rewşê nayê kirin ku zeremendê yekem yê bilindbûna dolar welatî ne.

Welatî Zubêr Delî dibêje: “Pirsa zêdebûna nirxê kirêya otomobîlan, ji xelkê pirs zehmet e. Dema em diçin bazaran û pêwîstiyên malê dabîn dikin, em gelek pere didin kirêya otomobîlan.”

Rêveberiya Xweser nirxê benzînê ji sedî sed zêde kiriye ku berî niha litra benzînê bi 225 lîreyan bû, lê niha bi 425 hatiye destnîşankirin. Ji destpêka îsale ve jî, ev cara çaremîn e ku Rêveberiya Xweser nirxê sotemeniyê bilind dike.

Pustên heman beş