Di êrîşeke asmanî ya Tirkiyê de çar şervanên HSDê canê xwe ji dest dan

Di êrîşeke asmanî ya Tirkiyê de çar şervanên HSDê canê xwe ji dest dan

Li Rojavayê Kurdistanê di êrîşeke firokeya bêfirokevan a Tirkiyê de çar şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hatin kuştin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de kuştina çar şervanên xwe di êrîşeke firokeya bêfirokevan a Tirkiyê de li gundekî ser bi nahiya Amûda ya ser bi Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, êrîşên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi Enqerê bo ser bakur û rojhilatê Sûriyê berdewam in û îro jî di êrîşeke nû ya dronê de li gundê Xirbê Xwê yê ser bi navçeya Amûda ya li sînorê Qamişloyê, çar şervanên ser hêzên wan hatine kuştin.

HSDê eşkere kiriye, di daxuyaniyeke din de hemû hûrgiliyên wê êrîşê dê ragihînin, ku êvara roja Înê 28ê Tîrmeha 2023an bi ser hêzeke wan de hatiye kirin.

Pustên heman beş