Li Qersê basa rêwiyan wergeriya: Kuştî û birîndar hene

Li Qersê basa rêwiyan wergeriya: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Qersê baseke rêwiyan ji pirekê ku 50 metreyan bilind e ket û hejmareke mezin ji rêwiyan canê xwe ji dest dane û birîndar bûn.

Baseke rêwiyan ku ji bajarê Erziromê birê ketibû, li bajarokê Zerqamîşê yê ser bi Qersê ji pirek ku 50 metroyan bilind e, kete newalekê.

Li gor zanyariyên destpêkê, hejmareke mezin ji rêwiyan canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Hejmareke mezin ji tîmên hawarçûnê û ewlekariyê bo cihê bûyerê hatine veguhestin û hewl hate dayîn ku mirî û birîndar ji pasê bêne derxistin.

Pustên heman beş