Bavê ciwanekî Efrînê: 5 sal in kurê min di zîndanên PYDê de ye

Bavê ciwanekî Efrînê: 5 sal in kurê min di zîndanên PYDê de ye

Bavê ciwanekî Efrînê îro 28ê Tîîrmeha 2023yan, da zanîn ku 5 sal in kurê wî di zîndanên PYDê de ye û çarenivîsa wî ne diyar e.

Arif Reşîd Sîno ciwanekî herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, ji gundê Badîna yê navçeya Raco ye, ji aliyê çekdarên PYDê bo leşkeriya neçar hatibû revandin, pişt re hat zîndanîkirin.

Bavê kurê revandî anî ziman ku Arif ji sala 2018an ve bo leşkeriyê hate revandin, lê karîbû xwe rizgar bike, piştî wê careke din ew girti, û zîndan kir.

Bavê ciwanê kurd tekez kir ku girtina kurê wî ji beriya ku Turkiyê destê xwe daynê ser Efrînê bû, ta niha nizanin cihê wî li ku derê ye.

Bavê Arif eşkere kir ku ji 5 salan ve tiştekî li ser çarenivîsa wî nizanin, û bang li hemû rêxistinên mirovî û cîhanî kir ku hewla diyarkirina çarenivîsa wê bidin.

Pustên heman beş