Berpirsê baskê Sinunê yê binkeya Laleşê ragehand, grubên nerewa li Şingalê bi sedan zarok kirine çekdar, ku hîn temenê wan negeheştiye 18 salî û wî karê xwe jî berdewam dikin. Her demekî ku derfet ji bo wan grubên nerewa çêbe zarokan dibin û dikin çekdar.
Berpirsê baskê Sinûnê yê binkeya Laleş Dr. Silêman Fano ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rewşa xelkê Şingalê roj bi roj xirabtir dibe û ti guhertinek ji bo rewşa Şingalê tine, ku naha derfeta karkirinê jî li Şingalê nîne û grubên nerewa her dema ku derfeta wan hebe zarokan dibin û dikin çekdar. Derveyî wê jî ew zarokên ku DAIŞê revandibûn û perwerde û rahênan kiribûn, ji sala 2014ê ve ev bû 9 sal û hîn jî ew zarokane nehatine rizgar kirin. Wê demê zarok bûn, lê naha mezin bûne û li ser hizra terorîstî hatine perwerde kirin û metirsî heye ku dijî gelê xwe çek rakin. JI ber ew di nav malbat û kesûkarên DAIŞê de mane.’’
Herwaha aşkera kir: ‘’Heta naha Şingal dagirkirî ye û her carê bi awayekî tê dagirkirin. Hikûmeta Iraqê ji Sûriyê ve malbatên DAIŞê tîne Iraqê û hemû hewkariyekî jî ji bo wan pêşkeş dike. Lê piştî 9 salan qurbanên jenosîda Şingalê ku koçber in, nikarin vegerin ser mal û halên xwe.’’