Nasnameya 6 qurbaniyên din yên berxwedana bê encam aşkere bû

pkk-kurd-turkey-hpg-info

Nasnameya 6 qurbaniyên din yên berxwedana bê encam ya Partîya Karkeran aşkere bû, 5 ji wan li sala rabûrî jiyana xwe ji dest da ne û ji nû ve mirina wan hat ragihandin.

HPGê baskê leşkerî yê Partîya Karkeran ji roja 25 tîrmehê ve nasnameya 6 çekdarên xwe aşkere kir yek jê li 27 tîrmehê li botanê ketiye ber êrîşên artêşa Tirkiyê û 5 jî li salên 2021, 2022 û îsal 2023 li nav sînorên Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest da ne.

Partiya Karkeran weke bi hezaran rêhevalên wan, mirina vê koma ciwanan jî ji sala 2021 ê ve li malbatên wan veşartbû û îro hatiye di pesnê wan de gotiye me milîtanên xwe yên Apoyî, me fedayên Apo wenda kirin.

Partiya Karkeran her roj wêneyên komên ciwanên Kurdan parvedike, ciwanên ku di salên berê de di berxwedana xwe ya bê encam de feda kirîn û mirina wan bi sal û mehan veşartî hiştiye.

Pustên heman beş