Fermandarekî din yê HPGê baskê leşkerî yê Partîya Karkeran ku li sala rabûrî hatbû kuştin mirina wî ji nû ve aşkere bû, Harûn Îtah yê bi navê kod Çekdar Şoreş fermandarê eyaleta Botanê bû.
HPGê baskê leşkerî yê Partîya Karkeran duh roja yekşemî 30/7/2023an nasnameya fermandarekî xwe yê bi navê Harûn Îtah bi navê kod Çekdar Şoreş aşkere kir ku salekê berê li herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê ketiye ber êrîşên dewleta Tirk û hatiye kuştin.
HPGê paş derbasbûna salekê ji nû ve mirina Harûn îfşa kir, dewleta Tirk ji sala rabûrî ve bi dehan fermandarên girîng yên HPGê kuştine.
Çekdar Şoreş 14 salan berê tevlî refên partiya karkeran bibû û ji sala 2019an ve ji bo fermandarêtiya eyaleta Botanê hatbû erikdar kirin.