Dayîka ku PKKê zaroka wê revandiye 3 roje li ser şeqamên Kobanê digere û daxwaza zaroka xwe dike

Dayîkeka ku PKKê zaroka wê revandiye 3 roje li ser şeqamên Kobanê digere û daxwaza zaroka xwe dike

Piştî çekdarên PKKê zarokekî bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê revandin, dayîka wê zarokê ev 3 roje ji bo çarenivîsa zaroka xwe li şeqamên Kobanê digere û daxwaz dike PKK zaroka wê jê re vegerîne.

Girte vîdeoya dayîkeke kurd a li Rojavayê Kurdistanê belav bû, ku diyar dibe ev 3 roje ew dayîke li dijî revandina zaroka xwe ya ji aliyê rêxistina bi navê Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê ve, wêneyekî zaroka xwe ya revandî girtiye û li şeqamên bajar digere û daxwaza vegerandina zaroka xwe dike.

Vê derbarê de endamê komîteya siyasî ya Partiya Yekitiya Kurdistan – Sûriye Ednan Bozan bangevazî li rêxistinên mafê mirov û hêzên Hevpeymaniya Navnetewî û hemû aliyên pêwendîdar kir ku destwerdanê bikin û fişar bixin ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku ew zarok ji malbata wê re bê vegerandin.

Ednan Bozan ji BasNewsê re ragehand, ew zaroka hatiye revandin, keça malbatekî xwedî şehîd e û dîmenên gera dayîka wê ya di nav şeqamên Kobanê de jî dil dihejîne.

Herwaha got, hêzên PYDê û baskên din ên PKKê revandina zarokan berdewam dikin, lê civaka kurdî û hêzên siyasî û rêxistinên sivîl berdewam nerazîbûnê li dijî wê nîşan didin. 

Pustên heman beş