Fermandara Partiya Karkera Sultan Uroça hate kuştin

erdem-sultan-ararat-info

Artêşa Tirkiyê fermandareke din ya Partiya Karkeran bi navê Sultan Uroça li gundewarê Bidlîsê ya Bakurê Kurdistanê kuşt, Sultan di lîsta gewr ya dewletê de lêgerîn bo dihat kirin.

Li gorî ajansa Anadolê ya dewleta Tirkiyê, wezîrê navxwe yê Tirkiyê Elî Yarlîkaya roja 1\8\2023 ragihand ku li gundewarê Hîzana navçeya Bidlîsê di encama pevçûna nêvbera çekdarên Partiya Karkeran û cendirmeyan de, berpirsa rêxistinê ya bi navê Sultan Uroca bi navê kod Erdem Ararat hatiye kuştin.

Destnîşan kir, Sultan Uroça di lîsta gewr ya dewletê de lêgerîn ji bo dihat kirin, di pevçûnên berê de ku wê beşdarî tê de kirbû 4 cendirme hatbûn kuştin.

Partiya Karkeran hêjan derbarê kuştina Sultan Uroça ti daxuyanî nedane.

Pustên heman beş