PKK’e Dêralûk jî weke “qadên gerîla” bi nav dike

PKK’e Dêralûk jî weke"qadên gerîla" bi nav dike

PKK’e li ser derew û sextekirina mijaran berdewame û herî dawî jî bi vîdeoyekê xwast gelê kurd bi giştî û girseya xwe bi taybetî bixapîne û derewên xwe bi wan bide bawer kirin.

Ajansa ANF’ê ya PKK’ê di nûtirîn derewa xwe de ku weke agahî ji girseya xwe re parve kiriye ragihand, “PDK’e dixwaze Zapê dorpêç bike”, ji boy vê yekê jî vîdeoyek ji hin wesayît û pêşmergeyan ji dûr ve kişandiye û wusa dide xweya kirin ku pêşmerge ber bi “Qadên Gerîla” ve diçe.

Gelo ev dîmenên di vîdeoyê de yên kî derê ne?

Di vîdeoya ku ANF’ê parvekirî de tepeyek blind ku hin pêşmerge lê hene xweya dibe, ev tepe li cem gelê navçeyê bi “Gêra Çelkê” tê naskirin û ti caran ti gerîlayek neketiye vê navçeyê, her weha wesayîtên ji boy çêkirina rê di vîdeoya PKK’ê de xweya dibin aliyê rojhilatê bendava “Geliyê Reşava” nîşan dide ku ev cî bi tenê yek Km dûrî sînorê navçedariya Dêralûk e û pêşmerge ji boy rêgirtin ji zêdetir hatine pêş ya Leşkirê Tirkiyê hin baregehên xwe li wir çêdike.

ANF’ê her weha ragihandiye, “PDK’e hewl dide li Geliyê Reşava, Gêra Çelkê û Mêrgê bi cî bibe û nuqteyên nû ava bike”, ev ciyên ku PKK’e bas dike tev ciyên nîştecêbûnê ne û bi ti awa û li ti demekî gerîla lê nebûne.

PKK’ê geliyê Zîlan, Çewlig û tev Mêrg û Deşt û Dolên Bakurê Kurdistanê radestî Tirkiyê kirine û wan navçeyan bi navçeyên parastina medya û qadên gerîla nizane û niha jî dixwaze Geliyê Reşava û Gêra Çelkê û Mêrgê û hwd… Weke navçeyên din radestî Tirkiyê bike û dûv re bi bikuştin dana hin ciwanên kurd bibêje, em li ber xwe didin, me Leşkirê Tirkiyê sekinand, em bi ser ketin û hwd…!

A rast tev liv û tevgerên hêza Pêşmerge li Başûrê Kurdistanê bi tenê ji boy parastina Başûrê Kurdistanê û rêgirîkirin li zêdetir pêşde hatina leşkirê Tirkiyê ye, ji ber ku PKK’e heya niha nekariye li ti ciyekê li ber xwe bide, her ku diçe pêtir paşve vedikişe û pêtir leşkerê Tirkiyê dikşîne nava kûrahiya Başûrê Kurdistanê de.

PKK’e li tev qadan rastî şikestinê hatiye û dixwaze bi parvekirina nûçeyên bi vî awa derew û sexte girseya xwe bixapîne û wan li dijî Başûrê Kurdistanê han bide û PDK’ê bi sedema têkçûna xwe nîşan bide, lê belê êdî nema kesek bahwer ji van derewên PKK’ê bike, ji ber ku her tişt xweya û eşkereye û bi derewên PKK’ê rastî nayên veşartin.

Pustên heman beş