Xweserîya Şengalê û Hîlala Îranê

Paş fermana 2014an ya şengalê heta paş rizgar kirnê, partiya karkeran bi awayekî sîstimatîk ketîye di nava hewlên têkdana şengalê û xapandina gelê û de dixwaze bi aydolojîya xwe her tiştî bi guherîne weke nerît, ol û bawerdarî, jêyatîya netew û kuridbûnê jî, bi kurtasî partiya karkeran li ser mejîkê wan her tiştî dike.

Xweserîya Şengalê û Hîlala Îranê

Di 9 salên derbasbûyî de Partîya Karkeran ku bûye sedema kavil û wêran mana Şengalê û her wiha hişt ku gelê wê di kampan de bimîne û venegere warê xwe, îro hatiye di ser îradeya gelê Şengalê re banga xweserîya Şengalê dike û bi fîta Îranê û Heşda Şabî Êzdiyên di xapîne û dixwaze warê wan bike beşekî Hîlala Şîe.

Partiya Karkeran di salvegera 9 ê a fermana Şengalê de, rabûye li yêk ji otêlên Bexda hinek ji rêberên şîe yên nêzî Îranê û Heşda Welaî mêhvan kirine û li ser navê Êzdiyên konferansek bi navê Xweserîya Şengalê li darxistiye.

Partiya Karkeran fermana Êzdiyên pir bê wate dibîne

Partiya Karkeran ewqas mijara Şengalê û fermanê biçûk û bê wate kiriye ku rabûye li saloneke herî biçûk a otêlê de û bêy ku tu yêk ji rayedarên hikûmeta Îraqê yan malbatên resen ên Şengalê û kes û karên qurbaniyên fermanê amade bibin, li ser navê wan banga xweseriyê ji boy Şengalê dike.

Partiya Karkeran li cîhê ku li pey banga hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê û dewletên navnetewî yên weke Berîtanya were ku li rojên direbasbûyî xwest Peymana Şengalê a sala 2020an were cî bi cî kirin ji bo ku dawî li derdeseriyên Şengalê û gelê wê were, rabûye ji nû ve banga xweseriyê û qutkirina Şengalê ji Kurdistanê dike, Partîya Karkeran bi navê xweserîya Şengalê Êzdiyên dixapîne û berjewendîyan bo rêxistina xwe bi dest têxe.

Hewlên têkdana civaka Êzdî dewam dikin

Gelê Êzdî, ji gelên resen ên Kurdistanê ne, herçend ku bi dehan ferman bi serê wan hatine, lêbelê wan qed dev ji netew, ol û nerîtên xwe bernedane, wan qurbaniyên herî mezin ji boy mana xwe dane, li himberî pêtirî 70 fermanan li ber xwe dan, li ber hewlên qirkirinê rawestan, lêbelê Partîya Karkeran ji nû hatîye hewla têkdana vê civaka resen dide, dixwaze vê civakê temam bixe jêr xizmeta rêkixstina xwe.

Pustên heman beş