Artêşa Tirkiyê navenda gundê Guherzê topbaran kir

گوهه‌رزێ-guherze

Topxaneya artêşa Tirkiyê îşev gulle topek avêt navenda gundê Guherzê yê li sînorê qezaya Amêdiyê û bi ber malekê ket û ziyan li pey xwe hiştin.

Topxaneya artêşa Tirkiyê îşev êrîşî gundê Guherzê yê li sînorê qezaya Amêdiyê kir û bi wê sedemê gulle topek bi ber malekê ket û ziyan li pey êrîşê hatin, gulle top bi ber mala hemwlatiyekê gundê Guherzê ketiye.

Êrîşa ser gundê Guherzê hemwexta êrîşa îro roja yekşemê tê ku li saet 7 êvarê balafirên keşfê li otombîla hemwlatiyekî navçeya Çemankê xist û bi wê sedemê ciwanê bi navê alan Îsmaîl ku 5 meh bûn zewicî bû şehîd ket û kesek din jî birîndar bû.

Gundê Guherzê ser bi navçeya Dêrelokê ya ser bi navçeya Amêdî ya parêzgeha Dihokê ve ye.

Pustên heman beş