Alan Ismaîl şehîdê îro yê êrişa Çemankê

Alan Ismaîl -info

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk îro êrîşê navçeya Çemankê kir û bi wê sedemê ciwanekî deverê yê bi navê Alan Ismaîl şehîd ket.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk îro roj yekşemî 6/7/2023 li saet 7 êvarê êrîşî navçeya Çemankê kir û otombîleke sivîl bordoman kir, bi wê sedemê ciwanê bi navê Alan Ismaîl şehîd ket û kesekî din jî birîndar bû.

Hat ragihandin ku alan Ismaîl ew dema 5 mehan bûn zewicî bû, îro roja yekşemî otomobîla wî li nêzî gundê Eşkeftê yê nêzî senterê navçeya Çemankê ket ber êrîşa balafirên dewleta dagîrker.

Gundên Başûrê Kurdistanê bi sedema çekdarên Partîya Karkeran ku liv û tevgerên xwe xistine nava gund û derdûra bajarokan bi taybet yên sînorê parêzgeha Dihokê, dewam dikevin ber êrîşan, di sala rabûrî de hejmareke hemwlatîyan bi vê sedemê şehîd û birîndar bûne.

Pustên heman beş