HPGê jineka din li jêr derewa bi navê “xeta jinê” da kuştin

Sultan Oruc bi navê kod Erdem Ararat-info

Partiya Karkeran nasnameya jineka din ya Kurd aşkere kir ku li destpêka vê mehê li Garzanê bi destê artêşta dewleta Tirk da kuştin û aşkere kir ku ew şehîda xeta jinê ye!.

HPGê baskê leşkerî yê Partiya Karkeran duh roja yekşemî 6\8\2023 nasnameya çekdareka xwe a jin bi navê Sultan Oruc bi navê kod Erdem Ararat aşkere kir ku li 1 tebaxa îsalê li herêma Garzanê ya Bakurê Kurdistanê ketiye ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest daye.

HPGê di pesnê wê de tevî ku gotiye Sultan milîtana hêja ya Apo bû, her wiha destnîşan kir ku ew di rîya xeta jinê de hatiye feda kirin.

Partiya Karkeran ji destpêka avabûna xwe keç û jinên Kurdan xapandine û bi navê Kurdistanê ew kêşî çiya kirine û li jêr derewa azadîya jinê û şorşa jinê û xeta jinê wan feda dike.

Partîya karkeran û rêberê wê li wê bawerê ne ku heya ji berî avabûna partiya karkeran jina kurd di koletyê de bû û bi xebata partiya û têzên apo yên nelojîkî jina kurd serdest bûye.

Pustên heman beş