Kurd bûne evîndarên celadên xwe

Kurd bûne evîndarên celadên xwe

PKK û HDP bi siyaseta xwe ya dije Kurdayetî û dije Kurdistanîbûnê Kurdên bakur bi Tirkiyê ve pine kirine û ji hestên Kurd û Kurdistanîbûnê dûr xistine. Îro piranîya alîgir û endamên PKK û HDP ji Tirkan û ji partîyên sîstemê zêdetir bûne Kemalîst û pesnê Ataturk didin. Ji xwe sedema dijminatîya Kurd û Kurdistanê jî ev e ku Kurd ji hest û hişmendîya netewî dûr bikevin û di nav civaka Tirk de bihelin û bibin Tirk. Armanca siyaseta Tirkîyeyîbûnê jî ev e.

Şîrketa lêpirsîn û lêkolînê Metropol anketek di nav hilbijêrên HDP de çêkir û di anketê de encamên ecêb derketin holê. Di anketa kesayetîya dîrokî ya herî bilind de ji sedî 51ê alîgirên HDPê Ataturk wek kesayetê yekemîn hilbijartin. Di vê derbarê de alîgirên partîya nîjadperest MHP matmayî man.

Hilbijêrên HDP ji dengdêrên nîjadperest ên MHP zêdetir dengê xwe dan

Damezrîner û rêvebirê Metropoll Research Özer Sencar, encamên lêkolînên xwe li ser medyaya civakî parve kir. Mustafa Kemal Ataturk di daneyên ku bi nota “Di nav raya giştî de qedrê sê rêberên dîrokî yên herî naskirî hilbijêrin” de di rêza yekem de cîh girt. Di belavkirina alîgirên partîyan de encamên sosret derketin holê. Di pirsa “Di dîrokê de rêberê we yê bijarte kîjan ji evên jêrîn e? ” de ji sedî 58,2ê beşdaran bersiva Mustafa Kemal Atatürk dan. Atatürk, Fatih Sultan Mehmet û Abdülhamit di nav bijardeyan de bûn.

Pustên heman beş