Dadgeh dê 7 caran cezaya hetahetayê bide Demîrtaş û hevalên wî

demirtash-mahkame-yuksek

Parêzerê Selahattîn Demîrtaş radigihîne, Dadgeha Enqereyê dê heft caran cezaya hetahetayê ya giran bide Demîrtaş û siyasetmedarên HDPê.

Mahsunî Karaman, parêzerê Hevserokê berê yê HDPê yê zindanêkirî Selahaddîn Demîrtaş, bi riya hejmara xwe ya medyaya sosyal (Twitter) di derbarê Doza Kobaniyê de pêşbiniya xwe eşkere kir û got, Dadgeha Enqereyê ji ber daxuyaniya 6ê Cotmeha 2014an, dê herî kêm heft caran cezaya heta hetayê ya giran bide Demîrtaş û siyasetmedarên HDPê.

Karaman diyar kir ku ev daxuyanî nikare bibe sedema sûcdarkirina kuştinê yan jî teşwîqkirina hewldana kuştinê.

Parêzerê Demîrtaş amaje kir ku, ev ne henek e, lê rastî ye û ji raya giştî xwest bê ser xetê.

Di doza Kobaniyê de 108 kes ku piraniya wan siyasetmedarên HDPyê ne tên dadgehkirin û bi têkdana hevgirtîbûna xak û yekbûna dewleta Tirkiyeyê tên tohmetbarkirin.

Destpêka bûyerên Kobanî

Di Îlona 2014an de DAIŞê êrişî Kobanî kir ku nifûsa wê nêzîkî 55 hezar bû. Di 5ê Cotmehê de DAIŞ kete nava bajarê Kobanî. Ji bo piştgiriya Kobanî ji Tirkiyeyê daxwaza vekirina korîdora mirovî hat kirin.

Lijneya Rêveber ya Navendî ya HDPê bang li welatiyan kir ku bi daxwaza vekirina korîdora mirovî derkevin kuçe û kolanan. Çalakiyên protestoyê li 35 bajar û 96 navçeyan Bakur û Tirkiyeyê hatin kirin.

Di çalakiyan de şer û alozî derket. Li gorî çavkaniyên fermî 37 kesan canê xwe ji dest dan; li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê di 7 û 12ê Cotmehê de 46 kesan canê xwe ji dest da û piraniya wan endam û aligirên HDPê bûn.  Di bûyeran de ji 760î zêdetir kes jî birîndar bûn.

Pêvajoya destpêkirina doza bûyerên Kobanî

Derbarê bûyeran de lêpirsin hat vekirin lê Doza Kobanî piştî 7 salan hat vekirin.

Di Gulana 2016an de parêzbendiya hin parlementaran hat rakirin û hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi dehan siyasetmedarên HDPê hatin desteserkirin û zindanîkirin. 

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê 108 kesan de angaştname amade kir. Angaştnameya Kobanî ji 3 hezar 530 rûpelan pêk tê. Tawanbar ji 29 tawanên cida tên darizandin û sizayên giran jê re tê xwestin.

 

Pustên heman beş