Endamekî Supaya Pasdaran li bakurê Urmiyê hat kuştin

pasdaran-urmiye

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku di pevçûneke çekdarî de endamekî wan li navçeyên sînorî yên bakurê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye kuştin.

Biryargeha Hemzeyê ya Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku şeva borî li navçeyên sînorî yên Çaldiranê ku dikeve bakurê Urmiyeyê, di pevçûneke çekdarî de endamekî wan hatiye kuştin.

Di daxuyaniya Biryargeha Hemzeyê ya Supaya Pasdaran de tê gotin, “Pasdar Emîr Hisîn Salihiyan di dema pêkanîna erekekî taybet de li eniya Yûsif Ava ya Çaldiranê ji aliyê kesên ‘dijî şoreşê’ ve hatiye kuştin.”

Supaya Pasdaran amaje bi navê wî aliyê çekdar nekiriye ku pevçûn pê re çêbûye.

Li navçeyên bakurê parêzgeha Urmiyeyê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) çalak e lê belê derbarê bûyera Çaldiranê de ti daxuyanî nedaye.

Biryargeha Hemzeyê ya Supaya Pasdaran gefa wê yekê xwariye ku dê tola wî endamê xwe hilde û dibêje, merasîma cenazeyê endamê wan dê îro li navenda bajarê Çaldiranê bê kirin.

Pustên heman beş