Li Silêmaniyê bi dronê êrîşî otomobîlekê hat kirin

Li Silêmaniyê bi dronê êrîşî otomobîlekê hat kirin

Li qezaya Dûkanê ser bi Silêmaniyê, bi dronê êrîşî otomobîlekê hat kirin.

Li qezaya Dûkanê bi dronê êrîşî otomobîlekê hat kirin û li gor zanyariyên destpêkê, du kes birîndar bûne.

Qaymeqamê Qezaya Dûkanê Sîrwan Serhed ragihand, bi dronê êrîşî otomobîlekê li ser rêya Dûkanê ber bi qezaya Xelekan, li nêzîkî gundê Qelate hat kirin, du kesên di nav otomobîlê de bûn, ku yek ji wan xelkê Sûriyê û yê din jî xelkê Helebceyê ye, her du jî birîndar in û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Pustên heman beş