Dije Terora Kurdistanê: Tirkiyê du otombîlên çekdarên PKK’ê li parêzgeha Silêmaniyê kirin armanc

Dije Terora Kurdistanê: Tirkiyê du otombîlên çekdarên PKK’ê li parêzgeha Silêmaniyê kirin armanc

Dije Terora Kurdistanê ragihand, di encama du êrişên cuda yên firokeyên bê firokevanên artêşa Tirkiyê li ser 2 otomobîlên çekdarên PKK’ê de, berpirsekî ewlehiyê yê PKK’ê û şervanekî wan hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Li gor agahiyên Dije Terora Kurdistanê, îro Çarşemê li nêzîkî gundê Galalayê ser bi navçeya Mawat ya Silêmaniyê, firokeyeke bê firokevana artêşa Tirkiyê otomobîleke çekdarên PKK’ê kir armanc û tê de berpirsekî îstixbarata PKK’ê hat kuştin û 2 jî brîndar bûn.

Her weha li gor agahiyên Dije Terora Kurdistanê, îro demjimêr 15:30 li nêzîkî gundê Qelatî yê ser bi navçeya Xelkanî ya Silêmaniyê, di encama êrişa firokeyên bê firokevan li ser otomobîleke çekdarên PKK’ê, çekdarekî PKK’ê jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

Pustên heman beş