Serperiştyarê Îdareya Zaxo: Em pêwendiyên xwe ligel parêzgeha Şirnexê pêşve dibin

Serperiştyarê Îdareya Zaxo: Em pêwendiyên xwe ligel parêzgeha Şirnexê pêşve dibin

Şandeke Parêzgariya Şirnexê serdana Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku plana wan a cidî heye ji bo çareserkirina giliyên Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl.

Îro Çarşemê 9ê Tebaxa 2023an, Şandeke Parêzgariya Şirnexê bi serokatiya Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn serdana Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kir û ji aliyê Serperiştyarê Îdareya Zaxoyê Guhdar Şêxo ve hat pêşwazîkirin.

Guhdar Şêxo di konferansa rojnamevaniyê ya hevbeş de ligel Osman Bîlgîn ragihand, serdana şanda Parêzgariya Şirnexê berdewamiya pêwendiyên navbera herdu aliyan e di warên mirovî û aborî û bazirganiyê de, tekezî li wê yekê jî kir ku pêwendiyên di navbera her du aliyan de berdewam dibin û li ser astên din jî di warê bazirganiyê de zêdetir tê pêşxistin. Her wiha destnîşan kir ku Deriyê Sînorî yê Xabûrê ji bo Herêma Kurdistanê û temamê Iraqê jî girîng e, bi taybetî di warê aboriyê de.

Parêzgarê Şirnexê Osman Bîlgîn ragihand, bernameyeke wan a cidî dê hebe ji bo çareserkirina kêşeyên li ber hatûçûna li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl, da ku ew qerebalixiya li deriyê sînorî were kontrolkirin, got ku bi taybetî jî ji bo hatûçûna kesên ku bi mebesta nexweşî yan geştyarî yan sedemeke din serdana Tirkiyê dikin, rêyeke çareseriyê were dîtin.

Osman Bîlgîn eşkere kir, li gor planên ku hatine danîn, di nava çend rojên bê de ji bo wan kêşeyên ku tên pêşiya hatûçûna li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl, dê çareserî bêne dîtin.

Dawiya meha borî, şandeke Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bi serokatiya Serperiştyarê Îdareya Zaxoyê Guhdar Şêxo serdana parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê kiribû û hejmarek gilî û têbîniyên xelkê Herêma Kurdistanê gihandibû Parêzgarê Şirnexê.

Pustên heman beş