Tirkên mîsyoner ên ku Kurdan wek hemal dibînin, bi nasnameya PKKê êrîşî nirxên Kurdan dikin

Kadroya PKKê Hêlîn Ûmît di hevpeyvîna xwe ya li gel yek ji organên medyayî yên PKKê de got, ez PDKê weke Kurd nabînim. Hêlîn Ûmît jî weke Hêlîn a Tirk di nav PKKê de tê naskirin. Hêlîna Tirk çawa dibe ku yekî Tirk derbarê Kurdan de bi bêje ew ne Kurdin.

Gelo Hêlîn Ûmît kî ye?

Hêlîn Ûmît navê wê ê rast Nîlûfer Çoban e, di sala 1978 an de li bajarê Kastomon ê Tirkiyeyê hatiye dinê. Li Stenbolê mezin bûye. Di sala 1997 an de bi rêya heskirîyê xwe re tevlî PKKê bû. Pêşî çû Yewnanîstanê, piştre çû Şamê û li wir bi Ocalan re ma. Ji wir jî şandin Ewropayê. Paşê jî ew rêkirin Qendîlê.

Endama Komîteya Navendî ya PKKê ye û bi salan tevî Mistafa Qarasû rêveberiya Komîteya Çapemeniyê ya rêxistinê de kar dike. Di jiyana xwe de bajarekî Kurdan nedîtiye û ji bilî Kurdên di nava PKKê de tu Kurd nedîtine. Îca Zaroka Tirkan rabûye bi  bêhurmetî dibêje “Ez PDKê bi Kurd nabînim”.

Dema PDK heyî hêj serokê te ji dayik ne bibû

Barzanî ev 150 sale û PDK jî ev 80 sal şerê azadîyê dike. Bi hezaran Pêşmerge şehît bûne. Kurd bi pêşengiya PDKê fêrî şerê Rizgarî û azadîyê bûn. Rêbaza Barzanî-PDKê li her çar parçên Kurdistanê bû çavkanîya xebat û tekoşînê. Heger Dunya niha Kurdan nas dike bi xêra serê PDKê ye. Bi tekoşîna PDKê Herêma Kurdistanê ava bû û peymana Lozanê şikand. Hêlîna kimaxşikestî jî rabûye û bêrêzîyê Bi nirxên Kurdan dike. Ma kî Kurde kî ne Kurde dê tu û partîya te dîyar bikin hey bê rawişt. PDK û Barzanî bi tekoşîna 100 salan Kurd û Kurdistan ji tinebûnê rizgar kirin e.

Dema ku Hêlîn Tirk û partiya wê tunebû, Barzanî, PDK hebûn û li ser navê Kurdan têdikoşîn. Yên ku Hêlîn Tirk jî xwe re rêber dibîne mîna Duran Kalkan jî, bi xêra PDK fêrî çek girtinê, agir pêxistinê û jîyana partîzanî bûne. Hêlîn Tirk di nava PKKê de bi palpiştîya Mistefa Qarasû û Dûran Kalkan bûye endama komîteya navendî . ev necis ew qas serxwede çûye îca di xwaze balans bide Kurdan jî. PKKe nirxên rûmetê di nava Kurdan de tune dike.

Bi rastî jî ev bê exlaqîya Hêlîn Tirk rastiya PKKê eşkere dike. Diyar dike ku PKKê çiqas bi pîverên exlaqî lîstîye.

Ev 40 sal in PKKe hewl dide dest dayne ser hemû destkeftiyên Kurdan. Siwarbûna li ser pişta zarokên Kurdan nebes bû vêca Tirkan jî siwar dike. Di kîjan têkoşîna cîhanê de gelên serdest-Kolonyal di karîn şîretan li gelê bindest bike?

Ma Îngilîzek biçe nav Îrlanda û bibe rêveber dikare bibêje “Ez bawer nakim ev kes Îrlandî be”? wenabêje…

Icar çima Tirkên di nav PKKê da wiha dibêjin? Ji ber ku PKKe ne tevgereke Kurdewarî ye. berûvajî tevgera kontrolkirina Kurdan e. Di bin navê enternasyonalîzm û biratiya gelan de Tirkan weke qeyûm li ser Kurdan disepîne.

Şagirtên Yalçin Kuçuk li ser kar in

Li aliyekî Sırrı Süreyya Onder, li aliyê din Figen Yuksekdağ, li aliyekî Hêlîn Ûmît, li aliyê din Duran Kalkan, li aliyê din Vasillis Yaylalı û li aliyê din Veysi Sarısözen. Ev Hemû Tirk weke dostên Kurdan tên peşkeş kirin û li ser medya Kurdî desthilatin. Musîbeta herî mezin ewe ku ev gurgên bi kevlê mihê li xwe kirini weke nûnerê Kurdan di axivin.

Her gelê mezlûm û bindest xwedî dostên wisa ne. Hemû jî kesên bêrêz,bêexlaq û bê rawiştin. Mixabin hewl didin bindestan bikşînin heqîqetê (!).

Hevserok Yalçin Kuçuk û cîgirê wî Sirri Sureyya Onder

PKKe ji bo kesên wiha  keştiyeke pir baş e. Li ku derê dijminên wiha dost hebin, di bin sîwana PKKê û saziyên wê de, di bin navê hevkariyên siyasî yên weke biratiya gelan, avakirina demokrasiya hevpar, têkoşîna hevpar, Tirkkirin û hwd., di bin sîwana PKKê de êrîşî Kurdan dikin. PKKe û saziyên wê bûne hêlîna van kesên bê nasnameya exlaqî. Êrîşî nasname, dîrokî û rabirdû ya Kurdan diken.

PKKê Ji salên 1980 yî ve hemû qadên xebata xwe, bi taybetî çapemenî ji karbidestên dewleta Tirk, mîsyoner û kirêgirtiyên wiha re vekiriye. Yalçin Kuçuk navekî dêrîn ê dewletê ye. Di navbera salên 1990-1999 an de bi Ocalan re mîna hevserokekî xebitîn. li pişt êrîşa PKKê ya salên 1990 î ya li ser  Kurdistanê dîsa Yalçin Kuçuk hebû. Berpirsiyarê peywendiyên dewleta Tirk û PKKê bû. Dinya hemû vê dizane. Paşê şûngirên Yalçin Kuçuk derketin holê. Sırrı Sureyya Onder di nav van karbidestan de yek ji serokên mezin e. Tilîya wî di nava felaketên weke Şerê Xendekan de heye. Dirûşma “Em ê te nekin Serok” jî wî bi Selahddîn Demirtaş da avêtin.

Tirkên nûnerên dewletê yên di nava PKKê de civya yî dibêjin Kurdê netewperest xerab in, PDK xerab e, yê ku pir bi Kurdî di axive xirab e, yê ku giranîyê dide Kurdayetîyê xirab e, yên ku dibêjin bila Kurd xwe bi rêve bibin û divê dewleteke wan a cuda hebe, xerab in. Bi kurtî ev mîsyonerên dewletê di nava PKKê de erkdarin. Li ser pişta Kurdan bûn xwedî kursî, pere û nav. Kurdên dij van nûnerên dewleta Tirk radibin tên teşhir kirin.

Lê belê em dibêjin ev Tirkên weke dostên Kurdan dixîyên nikarin bibin dostê Kurdan. Û mîna wê peyva di pirtûka Grigory Petrov ya bi navê Welatê Zambak de gotî; “Ya Xwedê, tu min ji dostên min biparêze, ezê xwe ji dijminên xwe diparêzim”.

Pustên heman beş