Erdogan: Em ê îsal 319 hezar xanî radestî ziyandîtiyên erdhejê bikin

Erdogan: Em ê îsal 319 hezar xanî radestî ziyandîtiyên erdhejê bikin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan radigihîne, ew pabendê sozên xwe yên bo zerermendên erdehejê ne û di nava salekê de 319 hezar xaniyan radestî wan bikin.

Recep Tayyip Erdogan bi rêya videokonferansê beşdarî Merasîma Danîna Kevirê Bingehê ya Veguherîna Bajêr a Mereşê bû û eşkere kir ku, 160 hezar kes serî li projeya veguherîna bajêr bûne.

Erdogan herwiha di derheqê soza xwe ya bo zerermendên erdhejê jî axivî û tekez kir ku, wî soza xwe jibîr nekiriye û dê îsal 319 hezar xanî radestê zerermedên erdhejê bikin. Erdogan herwiha got heta 15ê Tebaxê çi kes li konan namîne û dê bo konteyniran werin veguhestin.

Serokomarê Tirkiyê got: “Divê li Mereşê 19 hezar û 418 xaniyên erdhejê werin çêkirin. Bi xaniyên gundan ev hejmar dibe 29 hezar û 47. Li navçeya erdhejê jî divê bi giştî 680 hezar xanî werin avakirin. Heta 15ê Tebaxê em ê ti kesî li konan û mêvangehan nehêlin û wan li konteyneran bicih bikin. Di nava sala yekem a erdhejê de armanca me avakirina 319 hezar xaniyan e daku radestê zerermendên erdhejê bikin.”

Pustên heman beş